
Vexwendiyê rêze Semînerên Rojhilata Navîn a semînera duyem a ku DÎSAyê li dar xist Şenay Ozden bû.Di vê semînera bi serenavê Baregehên Penaberên Filîstîniyan:Di Rojhilatanavîn de Serhildan,Berxwedan û Penaberî de penaberên Filîstîniyan ên li Suriyeyê û Lubnanê û cudahiyên rewşa baregehên penaberan ên ciwakî, hiqukî,siyasî hatin nîqaşkirin.Şenay Özden ji bilî berxwedana penaberên Filîstîniyan a li hember dagirkeriya îsraîlê yê li ser axa wan,li ser ristên wan ên di siyaseta Suriyê û Lubnanê de û li ser têkiliyên wan bi tevgerên berxwedanê yên din re, sekinî. Nivîsara semînera ku me 9ê Adarê de li Âmedê li dar xist demeke piştre dê li ser malpera me bê weşandin.