Pirtûkên ji bo Birînên Zimanê Zikmakî

Pirtûkên bi navê”Mafê Kêmaniyan û Perdeya Zimanê Zikmakî (Anadilde Eğitim ve Azınlık Hakları)”, “Di Hiqûqa Navnetweyî de Mafê Perdeya Zimanê Zikmakî û Kêmanî (Uluslararası Hukukta Azınlıklar ve Anadilde Eğitim Hakkı)” û “Birîna Ziman (Dil Yarası)” ji çend pirtûkên roja me ne ku zimanên di bin talûkeyê de ne ji xwe re kirin mijar û têkildarî çareseriya wan pêşniyarên cûda peşkeş kirine.

Pirtûka bi navê “Mafê Kêmaniyan û Perdeya Zimanê Zikmakî”, ji aliyê nivîskar Alî Îhsan Aksamaz, Şukru Guvenç, Kemal Kok, Eyup Demîr û Tûrabî Saltik ku bi xebatên xwe yên çand û dîroka gelan tên nasîn ve hatiye nivîsandin. Pirtûk, xwedî li çand û dîroka gelan derdikeve, pêwîst û daxwazên wan ji nîqaşan re vedike û weke çareserî jî têkoşîna rizgarkiriya civakî û siyasî ya gelên kedkar nişan dide. Pirtûk, aliyên zanîstî yên mijaran jî derdixe rojevê.

Di bergê pişt ê pirtûkê de ev agahî cih digire:

“Mijarên mîna perwerdeya zimanê zikmakî, mafên kêmaniyan û mafên çandî, di çarçoveya ‘Pirsgirêka neteweyî’ de tên nîqakirinkirin, pirsgirêka netew û ‘mafên çandî’ derdikeve pêş. Hilberandina rêbazên çareseriyê û nîqaşkirina mijarê siyasî ye. Vê mijara girîng heke li qadeke azad û demokratik neyê nîqaşkirin, wê ji aliyê beşa paşverû ve ji koka xwe bê dûrxistin. Li aliyê din beşên ku mijarê dikin asta dûrişmeyan jî dertên.

Di mijara zimanê zikmakî de aliyê siyasî li pêş e

Nivîskarekî din ku miajra zimanê zikmakî di pirtûka xwe de dike mijar Suleyman S. Terzîoglû ye. Di pirtûka xwe ya bi navê  Di Hiqûqa Navnetweyî de Mafê Perdeya Zimanê Zikmakî û Kêmanî ” de diyar dike ku pirsgirêka mafê kêmaniyan a Cîhanê û welatê me, timik rojanebûna xwe parastiye û dê parastina xwe bidomîne jî.

Di pirtûkê de tê diyarkirin ku di nîqaşên têkildarî mijarê yên li Tirkiyeyê de aliyê siyasî derketiye pêş. Lê tê destnîşankirin ku aliyê hiqûqî hatiye paşguhkirin. Di danasîna pirtûka ku bi tespîtkirinên hiqûqî rê vedike ku nîqaşên siyasî li ser bingeheke rasteqîn bên kirin de ev tişt hatiye gotin:

“Nîqaşên ji ber kêmasiyên hiqûqî pêk tên, encamên baş nadin û tenê polemîkan derdixin holê. Li gorî vê yekê em fikirîn ku lêkolîna perwerdeya zimanê zikmakî ku beşeke girîng a mafên ziman e, feydê bide vê qadê. Herî dawî me xwest balê bikişînin ser mafên zimanê zikmakî yên tirkên derve ku timik em îxmal dikin.

Pirtûk ji pênç beşan pêk tê. Sernavên beşan, “Pêşketina Dîrokî ya Parastina Kêmaniyan a Qada Navneteweyî û Têgeha Kêmaniyê ya di Hiqûqa Navneteweyî de”, “Çarçove û Mafê Perwerdeyê yê di Hiqûqa Navneteweyî û Tirkiyeyê de”, “Weke Mafekî Zimanî Mafê Perwerdeya Zimanê Zikmakî”, “Mafê Perwerdeya Zimanên Zikmakî yê Tirkên Derveyî Tikriyeyê û Mafê Perwerdeya Zimanên Zikmakî ya Kêmaniyên li Tirkiyeyê”

Divê Perwerdeya Pir Zimanî Bê Pêşxistin

Birîna Ziman” jî xebata Enstîtuya Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê ye. Di xebatê de pirsgirêkên siayasî, civakî, aborî, derûnî û zimanî û perwerdeyî ku ji ber cih nedayîna kurdî ya di perwerdeyê de hatine nivîsandin û ji aliyekî ve jî hatiye armanckirin ku tevdîrên ji bo ji holê rakirina van pirsgirêkan hatiye pêşxistin.

“Birîna Ziman” îşaret bi mirata siyasî ya bi pirsgirêk dike, pirsgirêkên vê mîrateyê hilberandiye tespit kiriye û pêşniyarên çareseriyê ku bi analîzên teorîk û cerebeyên welatên cûda hatine amadekirin peşkeş dike.

Di danasîna pirtûkê de hatiye destnîşankirin ku “Birîna Ziman” hêvî dike nîqaşên perwerdeya zimanê zikmakî ku îro jî berdewam dikin bi awayekî kûr û li Tikriyeyê –bikaranîna kurdî ya di perwerdeyê de dihewîne- feraseta perwerdeya pir zimanî bi pêş bixe.ELV/EKN)


Comments are closed.