Li Meclisê cerdevanî

Berdewambûna cerdevaniyê, tu çareserî nehilberand berovajî rewşê hê tevlîhevtir kir. Divê êdî îktîdar, li şûna sererastkirinê, bi tevahî rakirina cerdevaniyê bidin pêşiya xwe.

  Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA), têkildarî pergala cerdevaniyê xebateke berfireh kir. Ev xebata bi ser navê “Ji Berê Heta Îro li Tirkiyeyê Rêxistineke Paramîlîter-Pergala Cerdevaniya Gundan” ji aliyê Şemsa Ozar, Nesrîn Ûçarlar û Osman Aytar ve hatiye nivîsandin. Di xebata ku 2 salan berdewam kiriye de, pergala cerdevaniyê bi perspektîfeke siyasî hatiye destgirtin, mînakên cîhanê hatine lêkolînkirin, bi cerdevan û malbatên wan re hevdîtinên kûr hatine kirin. Di xebatê de her wiha çav li çapamenî û girtekên Meclisê hatiye gerandin, çawa cih girtin û têgihîştina pergala cerdevaniyê ya di çapamenî û girtekên Meclisê de hatiye nirxandin. Hevdîtin Meclisê ku mijara vê nivîsê ne daneyên pir hînker dihewînin. Lêkolînkirina nîqaşên ku di navbera Cotmeha 1984 û Sibata 2011’an de li Meclisê hatine kirin, helwesta partiyên siyasî ya têkildarî pergala cerdevaniyê û Pirsgirêka Kurd derdixe holê. Encamên ku ji girtekan bên derxistin, dikarin di bin 3 sernavan de bên civandin.

“Rewşeke Awarte ya nû”

A yekemîn, rexne û îttîrazên partiyên muxalefetê yên têkildarî pergale. Di rastiyê de, ji kêliya ku hatiye bilêvkirin ve rexneyên zêde li pergala cerdevaniyê tên kirin. Pergal, di sala 1985’an di dema ANAP’ê de dest pê kir. Li gorî Ozal, sedema avakirina pergala cerdevaniyê, dabînkirina ewlehiyê bû. Muxalefetê jî diparast ku ev pêkanîn bibe sedema têkçûna ewlehiyê. Fûat Atalay (SHP) îttîrazên xwe wiha dianîn ziman: “Heke di encama vê pêkanînê de hin mirov û eşîr bên biçekirin, di demên pêş de mirovên me bi hev kevin û bi birînên civakî re dê ewlehî û aramî temamî ji holê rabe û Rewşa Awarte ya li herêmê bibe daîmî.” Demê muxalefetê mafdar derxist, piştî ketina meriyetê ya pergalê di demeke kurt de li gelek qadan de pirsgirêk derketin û rexneyên ku îro tên kirin tev li Meclisê hatibûn kirin. Rexneya herî girîng, çekdarbûna beşeke civakê ya ji aliyê dewletê ve û dayîna rayeyên awarte yên ji bo beşên çekdar. Ev, rê li ber bikaranîn xerab a rayeyê  vedikir. Seyfî Oktay ê SHP’î ku cerdevaniyê weke “Saziyeke nû ya Rewşa Awarte” penase dikir, di 2’ê Îlona 1986’an de îşaret bi vê dikir: “cerdevanên ku hêza dewletê bidine pişta xwe, dê ve hêzê di ber eşîra xwe li hemberî êşîrên din bi kar bînin. Ev jî têr nake, bûne yek ji çavkaniya partîzanî û bêaramiyê.” Ferzkirina cerdevaniyê ya li kesan û koçberkirina kesên ku cerdevaniyê qebûl nakin (Fûat Atalay, ji vi re dibêje “terora dewletê”) mirovan weke “dijber û alîgirên dewletê” dabeş dike (“Dema ez bibêjim ‘cerdevaniyê naxwazin’ ez ê bibim xayînê dewletê?” Coşkûn Gokalp-SHP, 1993), tundiya ku cerdevan li kesên dijberî dewletê dikin, cerdevanên ku bi JÎTEM’ê re tevdigerin vediguherin rêxistina sûc, ketina cerdevanan a ji hilberîna aboriyê û mehkûmbûna wan jiyaneke bi tevahî girêdayî çekê, ev hemû di bin sîwana Meclisê weke rexne li cerdevaniyê hatine kirin.

Daxwazên terorîstan

A duyemîn, bersivên ku îqtîdaran daye van rexneyan. Îqtîdar destpêkê diyar dikin ku ev pergal ewlehiyê pêk tîne û daxwaza rakirina vê pergalê rûnkirina nanê dabeşkeran e. Di sala 1986’an de li gorî Wezîrê Karên Hundir Yildirim Akbûlût: “Li gundên ku cerdevan lê hatine peywirdarkirin, heta rêjeyekê êrîş û propagandayên rêxistinên dabeşker kêm bûne.” Di sala 1989’an de dema ku Fûat Atalay, diyar dike ku gelek bûyerên kuştinê ku cerdevan di nav de hene nayên ronîkirin û rexneyên tundî li pergala cerdevaniyê dike, Parlamenterê partiya îqtîdarê ANAP’ê Hasan Çakir ev bersiv dide: “Ewropa, ev xayîn û ev dabeşker, bi awayekî tund li dijî cerdevaniya gundan derdikevin û li her derê dijî wê danezanan diweşînin; lê mixabin hin parlamenterên ku heta Meclisê hatine jî bi wan re heman nêrînê parve dikin.” Îqtîdar destnîşan dikin ku angaştên ku gundî bi tundî û darê zorê dibin cerdevan, ji rastiyê dûr in. Di sala 1988’an de li gorî Wezîrê Karên Hundir Abdûlkadîr Aksoy: “Ji bo cerdevaniya demkî gundî dikevin dorê û angaştên ku gundî bi darê zorê dibin cerdevan ji qail û rastiyê dûr in.” Sûcên ku cerdevan bi awayekî sistematik dikin jî ji aliyê îqtîdaran ve nayê qebûlkirin. Li gorî wan dibe ku bûyer tek tûk hebin, lê divê ku ji vê yekê gumankirin, lewre derbarê sûcdaran de lêpirsîn tên vekirin. Unal Erkan (DYP) rewşê wiha îzah dike: “…derbarê cerdevanên demkî de gotinên mîna ‘hin ji wan mişextiyê dikin, hinek ji wan nizam çidikin’ texmîn dikim, dîsa şaşiya ziman çêbû… di nav wan de yên şaşiyan dikin hebin, hûn wan veqetînin. Lê ji ber ku yên şaşiyan dikin hene, pergala cerdevaniya demkî gundan nayê rakirin.” Mijareke din a parastina cerdevaniyê “derfeta kar’ e. Heke mijarên şaş hebin “dikarin bên sererastkirin” û li gorî “prensîba ehda dilsoziyê” divê şertên cerdevanan bên başkirin. Di sala 2007’an de ji bo başkirina şertên xebatê û mafê xwebûnê yên cerdevanan sererastkirinên qanûnî hatin çêkirin. Ummet Kandogan (DYP) sererastkirinên hatine kirin pîroz dike û ev tişt lê zêde dike: “Ji bo van mirovên ku ji bo ewlehiya Tirkiyeyê dixebitin çi bên kirin kêm e…Heke saziya cerdevaniyê li welatekî din hebûya û heta îro hezar 357 şehîdan bidana, dê peykerên wan bihatina çikandin; ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan dê mirovên vî welatî spasiyên xwe pêşkêşî wan bikira û bi şev û roj girêdana xwe ya ji bo wan bianîna ziman.”

Muxalefet-îqtîdar

A sêyemîn, helwestên partiyên siyasî li gorî hebûna wan a li muxalefet û îqtîdarê diguhere. Partiyên dema li muxalefetê bûne xwestine cerdevanî bê rakirin, dema ku hatine îqtîdarê cerdevaniyê berdewam kirine. Mînak di 1991’an de dema ku îqtîdara DYP-SHP’ê hatibû avakirin, Necmettîn Erbakan, hikûmetê rexne kiribû; partiyên hikûmetê ava kirine gotibûn ku dê “cerdevaniyê rakin” niha jî destpêkirin dibêjin “wê di ber çavan re derbas bikin”. Lê heman Erbakan di sala 1996’an de dema ku bû Serokwezîr dibeje ku “dê cerdevaniyê di ber çavan re bê derbaskirin û aliyên asteng bên sererast kirin.” Heman rewş ji bo îqtîdarên dinjî derbasdar e. Dikare bê gotin ku du sedemên ku îqtîdar dev ji cerdevaniyê bernadin hene. Yek jê, xwestina sûdwergirtina ji têkiliyên eşîret û cerdevaniyê ya herêmê. Ya din jî rewşa wan a di şopandina daxwazên artêşê de. Ji ber vê yekê berdewambûna cerdevaniyê, tu çareserî nehilberand berovajî rewşê hê tevlîhevtir kir. Divê êdî îktîdar, li şûna sererastkirinê, bi tevahî rakirina cerdevaniyê bidin pêşiya xwe.

* Zanîngeha Dîcleyê


Comments are closed.